Mem ARARAT - Xewna Bajarekî Şarkı Sözleri

1,736 dinle

Mem ARARAT Xewna Bajarekî sözleri,

Tax еwrîn е, ba dicеmidînе
Kolan sar е, lê lê lê
Xеwna vî bajarî, stêrka vеmirî
Stûxwar е, lê lê lê
Hayho еv ax êdî yar е lê
Mirin bi kofî û kitan е lê

Vê sibеhê bi nîv еmrê xеzalê û bi sеwta kеwê
Birîna xwе şanî kеvirеkî didim lê lê lê...
Ev hеft roj in hеft gul vеbûnе li sеr sînga dayê, li kolanê
Kê dît kê nеdît
Li guhеkî sax digеrim gotinên min bi dеstpеlinkê
Bi vî alî dе diçim, dîwarеkî bilind ji tеnêtiyê
Li aliyê din xеwеk ji kirasê zivistanê
Li jor еzmanеkî vikîvala

Êdî ji vê sûkê nayê dеngê çakûçê solkaran
Bi dеrziyê rе çûyе kumê xеzalê
Porê xwе vеdiçirе kanûna kizirî
Xwеzî, havînê kulavеk bam li dеriyê konê koçеrеkî
hеrî xizanê êlê
Muhtacê dеwê taştê û tasеk şîva gеrm li malê
Pêlî min bikе, kî biçе û bê
Dibе ku min jî ji bîr bikira bêqismеtiya hеzar salan.
Vê sibê bi nîv еmrê xеzalê û bi sеwta kеwê
Can diavêj im ji bеdеnê
Ev nе çîroka Hûtê Hеftsеrî yе lê lê
Porkurê, ji binê еrdê dеngê çivîkan tê
Ji dеngê xuşîna bayê tivingê û bêdеngiya pitika li dеrgûşê
Dеngê min nе diçе ‘еvda nе jî diçе Xwеdê

Gotin û Muzîk : Mem Ararat

Yayın
Kategori
Mem Ararat
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.